Li CIS, em her gav pêşîniyê didin başbûn û pêşkeftina giştî ya xwendekarên xwe. Di vê Gulanê de, ji bo ku her endamek civaka me hest bi piştgirî û lênêrînê bike,me di çarçoveya Koma Tenduristiyê de bi mijara "Başbûn, Evîn û Saxlemî" rêzeçalakî dest pê kirin. Bi beşdariya hemû xwendekar û karmendan, vê înîsiyatîfê germî, şîfa û hestek xurt a civakê anî kampusa me.